Berdevikê Seroktîya Filîstînê Dibêje Êrîşên Nû yên Îsraîlê Komkujî Ne

Berdevikê seroktîya Filîstînê Nebîl Ebû Rudeyneh êrîşên nû yên Îsraîlê yên îro Sêşemê ser Refahê wek komkujî bi nav kir.

Rudeyneh banga bicîhkirina biryara Dadgeha Dadmendîya Navnetewî (ICJ) kir ku ferman dabû Îsraîl êrîşa ser Refahê bisekinîne.

Îsraîl tevî biryara ICJ ya Înîya borî operasyona xwe didomîne û dibêje ku biryara derfet dide wê ku li Refahê operasyona xwe bidomîne.

ICJ herwiha bang li Hamasê kiribû ku dîlên destê xwe, demûdest û bê şert berde.

Jêder: AP