Reuters: Li Pakistanê Herî Kêm 30 Doktor û Karmendên Saxlemîyê Hatin Desteser Kirin

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Sêşemê ragihand ku li Ketta ya Pakistanê bi kêmî ve 30 doktor û karmandên saxlemîyê hatine desteser kirin.

Doktor û karmendên saxlemîyê hikûmet jiber kêmbûna kelûpelên berevanîyê protesto dikirin û dîyar dikirin ku ewlekarîya wan nayê parastin.

Hikûmet jî îdia dike ku ew maske û kelûpelên berevanîyê bêkamasî didin doktor û karmendên saxlemîyê.

Jêderên herêmî radigîhinin ku li Belucistan ya paytaxta wê Ketta ye bi kêmî ve 10 doktor bi vîrusa korona ketine.

Di rojên borî de jî li hin herêmên din yên Pakistanê jiber kêmbûna kelûpelên tibî hin karmendên saxlemîyê dest bi grevê kiribûn.

Vîrusa korona li Pakistanê heta niha 3 doktor kuştine.

Ew vîrus li Pakistanê ketiye canê 3700 kesan û 53 kes jî jiber wê jîyana xwe ji dest dane.