Pakistan li dor Teqîna Mizgefta Polîsan Bang li Rêberê Talîbanê Dike

Berpirsên Pakistanî roja Şemîyê got ku Îslamabad dê ji rêberê bilind ê nehênî yê Talîbana Afghanistanê bixwaze ku mîlîtanan li Pakistanê ragire piştî ku êrîşeke xwekujî li mizgeftekê gelek polîs kuştin.

Ji dema ku Talîban li Kabulê vegeriya ser desthilatê, Pakistan rastî zêdebûneke berbiçav di êrîşan de dibe li herêmên ser sînorê Afghanîstanê, cihê ku mîlîtan erdnîkariya asê bikar tînin da ku êrîşan pêk bînin û ji neyên dîtin.

Vekoleran beşê Talîbana Pakistanê bi teqîna Duşemê li Peşawerê ku 84 kes di hundirê navendeke polîsan de hatin kuştin, tawanbar kir.

Talîbana Pakistanî bi Talîbana Afghanî re, bi serokatiya Hibatullah Akhundzada, ku fermanan ji veşargeha xwe ya li başûrê bajarê Qandaharê derdixe, rêz û prinsîbên hevpar hene.

Feysel Kerîm Kundi, alîkarê taybet ê serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf, got ku dê şandekî bişînin Tehran û Kabulê da ku "ji wan were xwestin ku axa wan ji hêla terorîstan ve li dijî Pakistanê neyê bikar anîn".

Karbidestekî payebilind ê polîsê Pakistanê li parêzgeha Khyber Pakhtunkhwa ya ku teqîna roja Duşemê lê qewimî ji ajansa AFP re got ku şand dê "bi berpirsên payebilind re hevdîtinan bike".

Karbidestê ku nexwest nave xwe diyar bike got,"gava ku em dibêjin berpirsên payebilind, ev tê wateya… serokê Talîbana Afghanî Hibatullah Akhundzada."

Karbidestên Afggan bersiv nedan daxwaza AFP ya ji bo şîroveyê.

Lê roja Çarşemê Wezîrê Derve Amir Khan Muttaqi hişyarî da Pakistan ku divê "aliyên din tawanbar neke".

Wî got, "divê ew pirsgirêkan di mala xwe de bibînin…divê Afghanistan neyê sûcdarkirin."

Di dema destêwerdana 20 salan ya bi pêşengiya Amerîka li Afghanîstanê de, Îslamabad bi piştgirîkirina nepenî ji Talîbana Afghanî re hate tawanbarkirin, tevî ku wî welatî hevalbendiyeke leşkerî bi Amerîkayê re ragihand.

Lê ji sala 2021an ve dema ku Talîbanê Kabul control kir, têkiliyên bi Pakistanê re xirab bûne, beşek jî ji ber geşbûna Talîbana Pakistanî, ku her wiha wekî Tehreek-e-Taliban Pakistan (TTP) jî tê nasîn.

TTP di sala 2007an de ji aliyê mîlîtanên Pakistanî yên ku ji Talîbana Afghanî veqetiyan hat avakirin, demekê li ser beşên bakurê rojavayê Pakistanê desthilatdar bû, lê piştî sala 2014an ji aliyê artêşê ve hat têkbirin.

Sala borî Kabul navbeynkariya danûstandinên aştiyê di navbera Îslamabad û TTP de kir, lê agirbesta şikestî têk çû.

Çavkanî: AFP