Berpirsên Pakistanî Soza Tezmînatê Didin Kiristiyanên Malên Wan Hatine Şewitandin

Êrîşa ser dêrên kiristiyanan li Pakistanê

Roja Duşemê raportan ragihand ku desthilatdarên Pakistanî soz dane kiristiyanên malên wan hatine wêran kirin di dema êrîşa girseyî yas misilmanan de, ku weke tezmînat her malê 2 milyon rûpî (6,800 dolar) bidin wan, ku herî kêm 100 mal û 16 dêr di dema biserdagirtinê de hatbûn şewitandin.

Polîsan diyar kir ku jiber biserdagirtina giresya îslamiyan de ew li tawanbaran digerin heta niha bi dehan beşdarên wê êrîşa ser kiristiyanan desteser kirine û hejmara kesên hatine binçavkirin gihiştiye 160 kesî.

Mohsin Naqvî, karbidestekî payebilind li herêma Pencab, ev daxuyanî bi rêya Xê (Twitterê berê) ragihand, rojek piştî ku wî serdana bajarê Garanwala kir, ku li wir bi sedan misilmanan roja Çarşema borî bi îdaya ku zilamekê kiristiyan û hevalekê wî bêrêzî li hember quranê kirine êrîşî civaka kirîsiyan kirbûn bi dehan mal û herî kêm 16 dêr jî şewitand bûn û zirar gihandbû hin dêrên din jî.

Naqvî di yek ji dêrên şewitandî de li Garanwala civînek bi civaka kiristyanan re pakanî, armanca civînê dilrihet kirina kiristiyana û tezmînatê bidin zirarmendan.

Bi sedan Xirîstiyanên jiber biserdagirtina malan de reviya bûn, lê vegeriyan ser malên xwe yên şewtitî, ku niha jiber tirsa hilweşîna avahiyan li derveyî xaniyên xwe yên şewitî dijîn.

Qeşeyê kiristiyan Xalid Muxtar got, "Ew ji ewlekariya xwe bi fikar in û ji zarokên xwe yên ku şahidê karesatê bûne û bêzar bûne ditirsin."

Li gorî agahiyên wî, ku 26 dêrên bajêr rastî êrişê hatine, şewitandine yan jî zirar dîtine.

Xwepêşandêrên nerazî îdîa dikin ku welatiyekî kiristiyan û hevalê wî rûpelên Quranê çirandin, avêtin erdê û li ser rûpelên din nivîsên heqaretê nivîsandin, polîsan ew her du kes jî binçav kirine.

Berpirsê polîsê xwecihî Mansûr Siddîg got ku wan 160 kesên beşdarî êrîşê girtine û ji bo girtina 450 gumanbarên din jî lêgerîn dom dike.

Karbidestên Pakistanî dibêjin, di tundûtûjiya roja Çarşemê de goristaneke kiristiyanan jî hatîye xerab kirin.

Jêder: AP/AlHurra