LAHORE — Polîs û berpirsên civakê dibêjin, hejmareke mezin ji niştecihên Misilman roja Çarşemê êrîşî civateke Kirîstîyanan kirin li rojhilatê welat, bi dehan xanî şewitandin, êrîşkar civakê bi binpêkirina li hember Quranê tawanbar dikin.
Navîd Ahmad peyvdarî polîsê Feyselabad got ku bûyer li devera Jaranwala ya bajarê pîşesazî Feyselabadê qewimî. Wî got ku girseyek tundrê êrîşî civaka wan kir piştî ku du kiristiyan bi kufrê hatin tawanbar kirin.
Polîs hewil dida rewşê aram bike lê rûniştvanên herêmê gotin ku rewş xirabtir dibe. Girseya gel zêde bû û bi dehan kes kolana derdorê girtin.
Rêberê Kiristiyanan, Ekmel Bhatti, got ku girseyê bi kêmî ve pênc dêr şewitandin û tiştên giranbuha ji malên ku xwediyên wan reviyabûn talan kirin piştî ku melayên mizgeftan bi îdîaya êrîşkar han dane û gurr kirine ser civaka wan.
Lê belê berdevkê polîs Ehmed, ti hûrgilî derbarê tundûtûjiyê neda û piştrast nekir ku dêr hatine şewitandin yan na.
Lêbelê, çend postên li ser torên mediya civakî nîşan didin ku hin dêr, xanî û nav malî di şewitin.
Li Pakistanê yê kufriyê bike bi îdamê tê cezakirin, û her çend ti kes ji ber wê nehatibe îdamkirin, jimarek kesên tawanbar ji hêla girseyên hêrsbûyî ve hatine kuştin.
Komên mafên mirovan dibêjin ku tawanên kufrê bi şêweke xirab tên karanîn. Ew dibêjin ku bi hedan kes di zindanan de di nav belengaz û tirsê de dijîn piştî ku bi vî rengî têne tawanbar kirin ji ber ku dadger gelek caran dadgehan paş dixe, ji tirsa tolhildanê eger na, ew dixwazin bi tawanbaran re nermiyê bikar bînin.
Jêder: Reuters