Serokwezîrê Berê yê Pakistanê Imran Xan Bi Tewana Gendeliyê Hat Girtin

Imran Khan

Serokwezîrê berê yê Pakistanê Imran Xan di roja Şemiyê de li mala xwe li Lahore hate girtin, piştî ku dadgehek li paytext ew sûcdar kir bi tewanê gendeliyê û sê sal cezayê girtîgehê lê birî.

Ji demek dirêj ve Khan hişyarî dabû ku ew ê were girtin da ku nehêlin ew beşdarî hilbijartinên di dawiya salê de bike.

Dadwer Humayun Dilawar di biryar xwe de ya ku bi destê AFP ketiye, nivîsî bû: "Gendeliya wî bê guman cîbicî bûye." Ji ber ku Xan gelek diyariyên ne rewayî wergirtibûn di dema ku ew serokwezîr bû û ew eşkere nekiribûn.

Di Gulanê de, Xan ji ber heman dozê li Îslamabadê hate girtin û demek kurt hate binçavkirin, lê alîgirên partiya wî ya Pakistan Tehreek-e-Insaf (PTI) daketin kolanan û bi polîsan re ketin pevçûnan.

Piştî gitina wî ji aliyê polîsan ve, vîdyoyek ku berî girtina wî hatibû tomarkirin li ser hesabê wî yê X hate belavkirin û wisa tê de dibêje:
"Girtina min çavlerê bû û min ev peyam berî girtina xwe tomar kir... Ez dixwazim endamên partiya min aram, bawermend û bi hêz bimînin,".

Hêjaye gotinê ye ku dema biryara dadgehê bi girtina Xan derket ew ne li dadgehê bû.

Ji aliyê hikûmetê ve jî Attaullah Tarar alîkarê Taybet ê Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf, ji rojnamevanan re got ku "Niha min agahî wergirtin ku Imran Xan hatiye girtin."

Karbidestên partiya Xan gotin ku Xan rakirine paytextê, di heman demê de jî parêzerên wî wê daxwaznameyek redkirinê li ser gitina wî rakin dadgehê .

Dibe ku perleman were hilweşandin piştî bidawîkirina dema wê di du hefteyên pêş de, û hilbijartinên niştimanî dê nîvê Mijdarê an zûtir bêne kirin.

Jêder: AFP