Guterres Serdana Deverên Wêranbûyî Yên Pakistanê Dike

Serokê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres roja şemiyê serdana çend deverên Pakistanê yên ku ji ber lehiyê wêran bûne kir, dema ku wî gera du-rojî ya bi armanca dazanîna agahîyan derbarê karesatê bidawî kirî.

Baranên mûsonê yên pir û helîna cemedan li çiyayên bakur bûne sedema lehiyan ku zêdetirî 1,391 kesan jiyana xwe ji dest dane, xanî, rê, rêyên trenê, pir, ajal û zeviyên çandiniyê ruxandine.

Herêmên mezin yên welatî di bin avê de ne, û bi sed hezaran mirov ji neçarî malên xwe berdane. Hikûmet dibêje jiyana nêzî 33 mîlyon xelkê Pakistanê hatiye astengkirin. Pakistan texmîn dike ku zerara wê 30 milyar dolar e, û hem hukûmet û hem jî Guterres sedema lehiyê wek guhertina keşûhewa nîşan da.

Sekreterê giştî yê NY got "Pêdiviya Pakistanê bi piştgiriyek mezin ya darayî heye. Ev ne mijarek comerdiyê ye, ew mijarek dadmendiyê ye."