Êrîşa Xwekujî ya li Başûrê Pakistanê Du Hemwelatîyên Çînê Kuştin

Karbidestên Çîn û Pakistanê îro Duşemê radigihînin ku di peqîneke hêzdar de bi kêmî ve 2 hemwelatîyên Çînî li Qaraçî ya li başûrê Pakistanê hatine kuştin, 1 kes jî birînar bûye.

Hikûmeta Çîn got ku êrîş kiryareke terorî ye, ew şermezar kir û bang li Pakistanê kir ku ser bûyerê lêpirsîneke berfireh bike û cezayan bide sûcdaran.

Balyozxaneya Çînê ya li Îslamadê dîyar kir ku hemwelatîyên wan bi şev di êrîşeke dijî konvoya karmendên Çînî yên Kompanîya Enerjîya Elektrîkê ya Port Qasim de hatine kuştin.

Dîmenên televîzyonê nîşan didin ku bi peqînê re hin maşîneyan zararên mezin dîtine.

Karbidestên herêmî didin zanîn ku bi kêmî ve 10 xebatkarên ewlekarî yên Pakistanî jî di êrîşê de birîndar bûne.

Artêşa Rizgarîya Belûc, ku li eyaleta Belûcistanê ya li rojavayê başûrê Pakistanê bi hêzên ewlekarîyê re pev diçin, berpirsîya êrîşê girt ser xwe.

Wê rêxistinê bi daxuyanîyeke jibo rojnamevanan dîyar kir ku êrîşvanekî xwekuj maşîneya xwe ya bi peqînkaran parkirî li konvoya Çînîyan qelibandiye.

Wezareta Derve ya Pakistanê ser bûyerê got ku êrîşeke terorî ye û dijî dostanîya mayînde ya Pakistan û Çînê ye.

Wezaretê got ku berpirsên êrîşê wê li dadgehan hesêb bidin.

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf jî ser êrîşê got ku ew hem şok bûye hem xemgîn û bû rêvebirîya Çînê û nasên qurbanîyan sersaxî xwest.

Artêşa Rizgarîya Belûcîyan di lîsta rêxistinên terorê ya Amerîka de ye ku wê berê jî li Pakistanê dijî hemwelatîyên Çînê êrîş li dar xistibû.

Êrîşvanekî xwekuj ya Artêşa Rizgarîya Belûcîyan nêzî maşîneyeke mamosteyên Çînî peqînkarên li ser peqandibûn û 3 mamoste kuştibûn.

Bi hezaran karker û endazyarên Çînî jibo karên Korîdora Aborî ya Çîn û Pakistanê li Pakistanê ne.

Navenda enerjî ya li Karaçî yek ji wan navendan e ku Çîn li herêmên cuda yên Pakistanê ava dike.

Artêşa Rizgarîya Belûcîyan dîyar dike ku ew jibo serxwebûna Belûcistanê têkoşînê dike û Çînê jiber karên wê yên li eyaletê şermezar dike.

Koma serhilda dibêje ku Pekîn û Îslamad li herêmê mêtinkarîyê dikin, lê her du dewlet jî vê tawanbarkirinê red dikin.

Pakistan ji demeke dirêj vir ve Hindistanê bi piştgirîya jibo serhildayên Belûcî tawanbar dike, lê Hindistan dibêje tiştekî wisa tuneye.

Jêder: VOA