Li Tirkîyê Nîqaşa Ser Paketa 9’an ya Dadwerîyê û Qanûna Sîxûrîya Çalak Didomin

Parlamana Tirkîyê wê di 1 Tîrmehê 2024’an de bikeve betlaneyê, lê berî vî hikûmet dixwaze ku “Paketa Dadwerî ya 9’an” bîne meclîsê.

Di paketa dadwerîyê de heta niha çi heye bi awayekî resmî nehatîye eşkere kirin. Lê, li gor televîzyona dewletê ya TRT, di nava Paketa 9’an ya Dadwerîyê de 60 made cî digirin. Di nav wan de 23 made li ser qanûnên cuda ne, 3 made di hikmê qanûnê de biryarname, yên mayî jî li ser rastkirina qanûnan in.

Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç roja Yekşemê ragihand ku wan Paketa 8’an ya Dadwerîyê derxistin, lê niha jî dixwazin ku Paketa 9’an ya Dadwerîyê bînin pêş parlementoyê. Tunç di derheqê naveroka paketê de agahî neda, lê ragihand ku ew li ser vê paketa 9’an hê xebatên xwe didomînin.

Di vê paketê de madeya ku herî zêde bal dikşîne, “Qanûna Sîxûrî ya Çalak” e. Tê ragihandin ku ev qanûn yekser rojnamevanan eleqeder dike. Sazîyên ragihandinê ku ji Yekîtîya Ewrupa alîkarî digirin, yên ku nûnertîya wan li Tirkîyê tuneye, dibe ku di nav kategorîya sîxûrîyê de werin dîtin û karê wan were sekinandin.

Serokê Giştî yê Komela Rojnamevanên Hemdem (ÇGD) Kivanç El ew yek ji Dengê Amerîka re şîrove kir:

“Ger em vê qanûnê qebûl bikin, dema ku rojnamevan êdî nûçeyan çêdikin, yekser wê rastî otosansûrê werin. Jiber ku qanûna dezenformasyon (nûçeyên derewîn) heye, jiber vê yekê jî ji xwe otosansûr destpê kiriye, wê piştî vî zêdetir bibe. Bi vê qanûnê pêkan e ku gelek rojnamevan bi hin hinceta werin sucdar kirin û pêşî li karê wan were girtin.”

Partîyên ku di parlementoyê de ne jî di nav vê paketê de çi heye hê agahdar nînin. Lê di raporta televîzyona dewletê TRT’yê ev yek wek “Tîpa Nû ya Sîxûrîyê” hat ragihandin û wiha hate tomar kirin:

“Jibo rêgirtina li çalakîyên sîxûrîyê yên rêxistinên îstixbaratê yên bîyanî li Tirkîyê, dê rêbazên hiqûqî yên berfireh û pêşîlêgirtinê bên çêkirin. Jibo ku sûcên nû yên sîxûrîyê bi awayekî dûrî hişyarî wê bên lêkolînkirin û darizandin, li ser vê jî dê rêbazên hiqûqî yê nû werin çêkirin.”

Hevserokê Komela Hiqûqzanên Azad (OHD) yê Baskê Enqerê parêzar Ferdî Sîdar, Paketa 9’an ya Dadwerîyê ji Dengê Amerîka re nîrxand.

“Ev paket hê nehatîye eşkerekirin lê tiştê ku di nav raya giştî de tê qisekirin wisa dixwîye ku li ser welatîyan, sazî û rêxistinan, bîyanîyên ku li Tirkîyê dijîn bandoreke xirab vede. Li Tirkîyê dad aniha li gor berjewendî û talîmatên desthilata sîyasî bi rê ve diçe.”

Li ser Paketa 9’an ya Dadwerîyê fikarên rêxistinên mafên mirovan, sazîyên demokratîk û raya giştî jî her ku diçe zêde dibe.

Hevserokê Giştî yê Komela Mafên Mirov (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban jî ji Dengê Amerîka re ragihand ku heke ev qanûn bi şiklê ku di nava bîragiştî de tê nîqaş derkeve û ewê mafên mirovan bêtir binpê bike.

“Di Paketa 9’an ya Dadwerî de rêziknameyeke gelek ecêb heye. Di vê derê de tê gotin ku kesên ku li dijî berjewendîyên neteweyî û berjewendîyên bilin yên dewletê çalakî pêk tînin, divê werin ceza kirin. Ev ne tenê li ser kesan e, di vê derê de hemû sazî û civakê jî tên bandor kirin. Ev jî wê mafên mirovan bêtir binpê bike.”

Your browser doesn’t support HTML5

ED_06-03_2024_Paketa_Dadweriye