Di Êrîşeke Xwekujî de bi Dehan Kes li Pakistanê Hatine Kuştin

Pakistan Explosion

Di teqîneke xwekûjî ya dema nimêja Înî di bi kêmî ve30 kes li mizgefteke bajarê Pêşawerê Pakistanê hatine kuştin.

Polîsan ragihand ku di êrîşê de pirtir ji 60 kesên din jî birîndar bûn.

Karbidestên nexweşxanayan pêşbîniya bilindbûna jimara mirîyan kir jiber ku rewşa saxlemîya gelek birîndaran xirab e.

Karbidestên Pakistanî negot ku kê ve peqîn plan kiriye û heta amadekirina vê peyamê ti kes berpirsîya xwe ji peqîna xwekujî re ranegihandiye.