Pakistan jiber Êrîşa Nava Axa Wê Bertekeke Tund Nîşanî Îranê Dide

Balyozê Îranî Hesen Kazimî Qûmî û Wezîrê Derve yê Pakistanî Celîl Abbas Cîlanî li Îslamadê (15/01/2024)

Hikûmeta Pakistanê jiber êrîşa muşekî ya Îranê ya nava axa wê bertekeke tund nîşan da û wek binpêkirina serwerîya wê bi nav kir.

Berdevka Wezareta Derve ya Pakistanê Mumtaz Zehra Belûc got ku êrîşa Îranê ya bê sedem ku reftareke eşkere ya dijî serwerîya Pakistanê ye, binpêkirina qanûnên navnetewî ye û dijî armanc û prensîbên Peymana Neteweyên Yekbûyî ye.

"Ev êrîş karekî dervayê qanûnê ye ku qet nayê pejirandin û bi ti awayê ne rewa ye. Mafê Pakistanê heye ku li hember vê kiryara neqanûnî bertek nîşan bide û tenê Îran ji encamên wê kiryarê berpirs e.”

Beluç got ku Pakistan ew peyam gihand hikûmeta Îranê û wan herwiha me Tehranê re ragihandîye ku Îslamabad biryar girtîye ku balyozê xwe yê li Îranê paşve bikşînin.

“Dîsa, me hikûmeta Îranê agahdar kir ku balyozê Îranê yê Pakistanê, ku niha bi serdanekê li Îranê ye, niha nikare vegere Pakistanê. Me herwiha biryar da ku di rojên pêş de hemî serdanên asta bilind yên berdewam û yên plankirî yên navbera Pakistan û Îranê bicemidînin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku hêzên Îranî bi muşek û dronan êrîş biribûn ser du navendên Ceyş el Adl ên li nava Pakistanê ku di demên borî de êrîş biribûn ser hêzên ewlekarî yên Îranê yên nêzî sînorê wî welatî.

Karbidestên Îranî gotibû ku ew li herêmê, bê ku zararê bidin serwerî û yekîtîya axa dewletên cîran, jibo ewlekarîya xwe êrîşan li dar dixin.