Serokê CHP'ê Ozel: Bila Tirkîye Bibe Welatê Tirkan û Kurdan

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel got ew dixwazin ku Tirkîye bibe welatê Tirkan û Kurdan.

Ozel dîyar kir ku ew dibêjin divê 86 mîlyon hemwelatîyên Tirkîyê dewletê wek dewleta xwe bibînin.

‘’Tişta ku em pêşnîyar dikin, xwedîlêderketin e. Divê 86 mîlyon hemwelatîyên Tirkîyê li welêt xwedî derkevin.’’

Wî got ku ew berevanîya aştîyê dixwazin û ew dixwazin ku êdî çek neyên xebitandin.

"Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî xwest ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan li parlamana banga pûçkirina rêxistinê bike, lê nêrîna me ne wek ya wî ye. Ocalan jibo banga ser pûçkirina PKK’ê ne şert e ku were parlamanê û bi raberkirina platformeke din ew dikare ji cîhekî din banga xwe bike."

Hêjayî balkişandinê ye ku bi banga Bahçelî bendewarî çêbûye ku li Tirkîyê peyvajoyeke nû ya aştîyê destpê bike.

Serokê MHP’ê roja Sêşemê gotibû ku ew dixwazin ku Ocalan di komcivîna Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) de banga pûçkirina PKK’ê bike û ew gotinên wî di rojeva Tirkîyê de deng vedabû.

Parlamanterê DEM Partî Omer Ocalan do Pêncşemê ragihand ku ew roja Çarşemê li Girtîgeha Îmrali bi apê xwe Abdullah Ocalan re axifîye.

Omer Ocalan ji X’ê dîyar kir ku Abdullah Ocalan gotiye ku hêza wî heye û ew dikare peyvajoya pevçûnan veguherîne peyvajoya hiqûqî û sîyasî.

Jêder: Gazete Duvar