Ozel Ser Danûstandinên Dawî yên Kurdan û Tirkan Dibêje CHP Xwînrijandinê Naxwaze

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel got ku partîya wan ti carî nexwestiye ku pevçûn çêbin û xwin birije.

Ozel di serdana Gole ya Ardahanê de ser danûstandinên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) yên bi Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan û Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî re got êdî herkes dizane ku jibo çareserîyan cîh parlamana welêt e.

‘’Kurd jî yên me ne, Tirk jî. Alevî jî yên me ne Sunî jî. Em hemî bira ne û emê bi biratî bi hevre bijîn.’’

Wî dîyar kir ku CHP wê li ser xeta xwe ya sîyasî bisekine û ewê peyvajoyê nexitimîne û pûç neke.

Ozel bê ku bi nav bike ser Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û hevbenda wê MHP’ê got ku ew naxwazin bibin parçeyeke planên wan partîyan û partîyên din.

Serokê CHP’ê got ku ew li berjewendîyên takekesî ne, lê lihevkirina civakî dinêrin.

Prosesa nû ya danûstandinan di rojên borî de bi banga Bahçelî kiribû.

Bahçelî di komcivîna partîya xwe de bang li Ocalan kiribû ku di komcivîna DEM Partî de dawî li PKK’ê bîne.

Şandeya DEM Partî 28’ê Berfanbarê çûn serdana Ocalan ku ji 1999’an vir ve li Girtîgeha Îmrali ye.

Ocalan bi rêka şandeya DEM Partî ragihand ku ew dikare li gor paradîgmayeke nû hin gavên pozîtîf biavêje.

Jêderên AKP’ê dibêjin ku PKK dikare di Newrozê de, ku di 21’ê Adarê tê pîroz kirin, çekan berde.

Jêder: Gazete Duvar