Serokê CHP'ê Ozel Dibêje AKP Nikare li Enqere û Stenbolê Berbijaran Bibîne

Serokê Partîya Gel ya Komarî Ozgur Ozel got ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) nikare li hember berbijarên wan yên li Enqere û Stenbolê berbijaran bibîne.

Ozel di hevpeyvîneke taybet de ji rojnamevan Murat Yetkîn re got ku wan ji kompanîyên anketan bihîstiye ku AKP li hember berbijarê wan yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û yê Enqerê Mansur Yavaş çend kes nirxandine.

"Em dibihîsin ku jibo şansê serketinê li hember Îmamoglu 20, li hember Yavaş jî 12 kes pîvandine, lê heta niha jî ti berbijarek nedîtine ku li hember berbijarên me xurt bin."

Wî ser Îzmîrê jî got ku ew xebatên xwe hîn didomînin, lê wan biryara dawî nedaye.

Ozel dîyar kir ku wî di rojên borî de jibo xebatan 46 parlamanter şandine Îzmîrê.

Serokê CHP’ê got ku ewê sibê piştî civîna meclîsa partîya hin berbijarên din eşkere bikin.

Çaverê ye ku Îmamoglu jî roja Înê berbijarên bajarokên Stenbolê ji bîragiştî re ragihîne.

Di hilbijartinên 2019’an de, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) tê dîtin, li bajarên li rojavayê Tirkîyê li hember berbijarên desthilatê pitşgirî dabû bebijarên rikeberîyê.

Di rojên borî de CHP û DEM Partî danûstandin kiribûn, lê heta niha ti hevkarî nehatiye ragihandin.

Jêder: Arti Gerçek