Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag biryara xwe ya ser gera duyê ya hilbijartinê eşkere nekir.
Ozdag dîyar kir ku ew hîn danûstandinên bi berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu re didomîne û ewê piştî gera wî ya li Hatayê bicivin.
‘’Jibo îmzakirinê divê em rûbirû hin hevdîtinên din bikin. Înşelah emê van hevdîtinan îşev bikin. Peyvajoya heta niha erênî dimeşe, em hêvî dikin ku di vê qonaxê de jî erênî be.’’
Berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Ata Sînan Ogan do Duşemê piştgirîya xwe ya jibo berbijarê Hevpeymanîya Gel Recep Tayyîp Erdogan ragihandibû.
Partîya Zafer, ku bi gotinên xwe yên dijî penaberên Sûrî û partîyên bi piştgirîya Kurdan tê nasîn, berî ku Hevpeymanîya Ata hilweşe, yek ji partîyên li pêş yên vê hevpeymanîyê bû.
Ozdag ser biryara Ogan dîyar kiribû ku ew biryara wî bi xwe ye û ne ya partîya wan e.
Ozdag got ku wan hewil daye ku ew derîyên dojehê bigirin û ewê vê xebata xwe hîn jî didomînin.
Serokê Partîya Zaferê got ku ewê biryara xwe ya sibê Çarşemê bi prenskonferanseke hevbeş ya bi Kiliçdaroglu re eşkere bikin.
Tirkîye wê jibo gera duyê ya hilbijartinên serokomarîyê vê Yekşemê here ser sindoqan.
Jêder: Twitter, VOA