Peyvajoya vîrusa korona ser rewşa azadîya ragihandinê û şert û mercên rojnamevanîye bandorên mezin dike.
Li gor raportên rexistinên azadîya ragihandinê yên navneteweyî, gelek dewlet ev dema vîrusa korona wekî derfetek dibînin û dijî wan mafan û rojnamevanîyê bi kar tînin. Herwiha li Tirkîyê jî gelek rojnamevan jî li zîndanan in.
Rojnamevanê serbixwe ye li Dîyarbekirê, Denîz Tekîn rewşa rojnamevanên girtî yên li Tirkîye şîrove kir.
“Li gor Sendîkaya Rojnemavanên Tirkîyê (TGS) niha li Tirkîyê 84 rojnamevan girtî ne. Jîyana tevahîya wan hevalen me jiber vîrusa korona di bin xeterîyeke mezin de ye. Rû bi rû yê mirinê de, li benda azadî û pêk hatina dadwerîyê ne,” Tekîn got.
Hikûmeta Erdogan hefta borî qanûnek nû derxist da ku hinêk kesên girtî efû bike, lê, rojnamevan, nivîskar, parêzvanên mafê mirovan û sîyasetvanên girtî li derveyê wê qanûnê hiştin.
Tekîn dibêje ku ew nayê qebûl kirin jiber ku binpekirina mafên bingehîn e û xeletîyeke mezin e.
“Ez hevîdar im ku bo azadîya ragihandinê, bo rojnemavanîya serbixwe û bêalî piştevanîya navneteweyî pirtir bibe û rojên azad ya bo rojnamevên girtî nêzik bibe.”
Your browser doesn’t support HTML5