Li Madrîdê bi Hezaran Kes Dijî Hilcivîna NATO Meşîyan

Dîmeneke ji Xwepêşandana dijî Hilcivîna NATO ya li paytexta Îspanya Madrîdê, 26 Hezîran,2022.

Li paytexta Îspanya Madrîdê roja Yekşemê dijî Hilcivîna NATO'yê meşîn û protesto kirin ku wê di 29-30 Hezîranê de tê darxistin.

Xwepêşanderan dîyar kir ku zêdebûna lêçûnên berevanîyê bo Ewrupa ku ji hêla NATO ve tê xwestin, ser aştîyê xeterî ye.

Xwepêşanderekî bi navê Concha Hoyos, rûniştvanekî karkenar yê Madrîdê, ji Reutersê re wiha got ku ew ji vê bazirganîya çekan û kuştina mirovan bêzar e.

"Çareserîya ku ew pêşnîyar dikin zêdetir çek û şer e, û em her tim berdêla wê didin. Jiber vê yekê na ji NATO'yê re , na jî bingehên wê re, bila Amerîkî herin me bi serê xwe bê şer û çek, bihêlin.”

Xwepêşanderek din, Jaled yê 29 salî jî got ku NATO ne çareserîya şerê li Ukrayna ye.

Berpirsên xwepêşandanê îdia kirin ku 5 hezar kes tevlî meşê bûne, lê karbidestên Madrîdê ev hejmar wek 2.200 kes ragihandin.

Rêberên welatên endam di nava tedbîrên ewlekarîya tund de, wê di 29-30 Hezîranê de li Madrîdê bicivin, dema ku rêxistina NATO jiber êrîşa Rûsya ya ser Ukrayna rûbirûyê dijwarîya nedîtî ye.

Tê çaverêkirin ku li hilcivîna NATO'yê de serlêdanên Fînlandîya û Swêdê yên bo tevlîbûna hevalbendîyê were nirxandin, ku Tirkîyê dijberîyê dike.

Welatên Skandînavî piştî êrîşa Rûsya ya ser Ukrayna bo endamtîyê serlêdana NATO'yê kirin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin êrîşa xwe wek operasyoneke leşkerî ya taybet bi nav dike û dibêje ku ev bersîvê dide tevlîbûna NATO ya welatên din yên nêzî sînorên Rûsya ne.

Wezîrê Derve yê Îspanya Jose Manuel Albares di hevpeyvînekî roja Yekşemê de ragihand ku di Hilcivînê de ewê gefa ji hêla başûrê Ewrupa li Afrîqayê jî were nîqaş kirin û wî got ku Rûsya ser Ewrupa gefan çêdike.