Dadgeheke Tirk 7 Sal Cezayê Zindanê li Osman Şîban, ku ji Helîkopterê Hatibû Avêtin, Birî

Do Sêşemê rûniştina bîryarê ya doza Osman Şîban, ku ew ‘ji avêtina helîkopterê' hatibû rojevê, li Dadgeha Cezaya Giran ya Mersînê pêk hat.

Dadgehê, bal kişand ser delîlên di dosyayê de û Şîban bi îdiaya “endamê rêxistina çekdarî” bi 7 Sal û 6 meh cezayê zîndanê ceza kir.

Lê, parêzer Jînda Rugeş Koçak dibêje ku bê guman ev ceza ne li gor qanûnan û usula hiqûqê ye û ev cêza ne cezayekî rewa ye.

“Di nava dosyayê de jibo ku Şîban bibe endamê rêxistineke terorîst yêk delîl jî tuneye. Qanuna Tirkîyê ya medeya 220’an de şert û mercên endamtîyê hatine rêz kirin. Li gor wan şert û mercan divê kesek bi rêk û pêk her dem di nava hîyeraşîya rêxistinê de cîh bigire û hemî ferman û çalakîyên rêxistinê bîne cîh. Lê, Şîban kalemerek e û bavê 8 zarokan e. Jiber ku rewşa wî ya aborîyê xirab e, ew jibo dabara xwe di demsala buharê de diçû gund, heya payîzê li gind dixebîtî, piştre careke din vedigerî Mersînê.”

Şîban ligel Servet Turgut di 11'ê Îlona 2020an de li bajarokê Şaxa Wanê ji alîyê leşkerên Tirk ve hatibûn desteser kirin û ew piştî sê rojan ew li beşa nexweşên giran ya Nexweşxaneya Heremî ya Wanê hatibûn dîtin. Turgut ê 60 salî piştî bûyerê di 30ê Îlona 2020’an de canê xwe ji dest dabû.

Koçak got ku Şîban û Turgut li gund di nava gundîyan de hatibûn desteser kirin û êşkence li wan hatibû kirin.

Ew dibêje ku di doza ku li ser êşkencekaran hatî vekirin de ti pêşketin tuneye, lê yêk jî maxdurên bûyerê Şîban hat ceza kirin.

Li ser bûyerê tevî ku hemî partîyên muxalefetê li meclîsê daxwaza lêpirsînê xwastibûn û hejmarek parlamenteran wek pirname ji Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu agahî xwastibûn, lê encam û bersîv nehildabûn.

Walîyê berê yê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez wê çaxê bi daxwuyanîyeke nivîskî dîyar kiribû ku her du gundîyan alîkarîya rêxistinê kirine.

Bîlmez îdia kiribû ku dema Turgut ji leşkeran direvî ji zinar ketîye û Şîban jî li hember desteser kirinê berxwedaye, lê her du jî bi rêkûpêkî hatine desteser kirin.

Koçak desteserkirina Şîban û Turgut bi bîr xist û got ku tevî belgeyên fermî yên nexweşxaneyan li dîjî êşkencekaran tiştek nehatiye kirin. Wê got ku bi vê dozê dîyar e ku eger Turgut sax ba, ewê jî bihata ceza kirin.

“Şîban û pisxaletê wî Turgut li nava gund ber çavê gundîyan hatibû êşkence kirin û li helîkopterê hatibûn siwar kirin. Li gor belgeyên nexweşxaneya Wanê ya dewletê, ‘ew ji helîkopterê hatine avêtin’ hatiye nivîsîn. Di encamê de pişên Servet Turgut hatibûn pêqandin û hemî hestîyên wî hatibûn şikandin. Di dawîyê de wî jîyana xwe ji dest dabû. Şîban jî bû nivî mirov, hin jî ne hatiye ser hemdê xwe”

Parêzer Koçak dê di nava 7 rojan de jibo betalkirina cezayê Şîban serî li Dozgerîya Heremî ya Edeneyê bide.

Your browser doesn’t support HTML5

AA_12_04_23_Parêzer Kocak_Osman_Siban_Helicopter