Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyî, ku di 11'ê Cotmehê ya salvegera koça dawî ya nivîskar, helbestvan û sîyasetvanê Kurd yê navdar, Osman Sebrî destpê kiribû, roja Pênşemê 13’ê mehê bi dawî hat. Festîvala, ku îsal ya 6'an pêk hat, li navenda Mihemed Şêxo ya li Qamişlo bi dawî hate darxistin. Endama komîteya amadekar Nerîman Evdikê got ku festîvala îsal ji salên berê cudatir bû û mijara wê jî romana Kurdî bû. Di festîvalê de 9 roman li ser asta Bakur û Rojhilata Sûrîyê bi zimanê Kurdî û Erebî beşdar bûn.
Mîhrîcana Osman Sebrî ya 6'an li Qamişlo Pêk Hat
Your browser doesn’t support HTML5
Mîhrîcana Osman Sebrî ya 6an li Qamişlo Pêk Hat