Viktor Orban: Di Krîza Îranê de Divê Helwesta Ewrupa Wek ya Amerîka Be

Trump û Orban li Qesira Sipî (Arşîv)

Serokwezîrê Hungarya (Macaristan) Viktor Orban îro Pêncşemê got ku divê sekina Ewrupa ya di alozîya navbera Amerîka û Îranê de nêzîkî helwesta Washingtonê be.

“Helwesta Ewrupa ya di krîza Îranê de ne gelek zelal e. Ez dixwazim ku sekina Ewrupa nêzî helwesta Amerîkî û Îsraîlî be,” Orban di preskonferansekê de got.

Wezîrên derve yên Yekîtîya Ewrupa sibê Înê li Brukselê dicivin ku krîza Îranê gotûbêj bikin û girjîya navbera Amerîka û Îranê nermtir bikin.

Serokê Konseya Yekîtîya Ewrupa (YE) Charles Michel jî îro bi Serokê Hesen Ruhanî re peyîvîbû û ji Tehranê xwestibû ku bi peymana navokî ya 2015’an pêbend be.

Serokê Amerîka Donald Trump roja Çarşemê bang li rêberên cîhanê kiribû dest ji peymana navokî ya 2015’an berdin û danûstandina rêketineke nû bikin.