Orban Dibêje Ewê Berevanîya Macaristanê Xurt Bikin

Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban îro Înê ji radyoya dewletê re da zanîn ku ewê xurtkirina berevanîya welêt bilezînin.

Orban dîyar kir divê ew sîstema xwe ya berevanîyê biguherînin û ser şerê Rûsya û Ukrayna jî got ku bo berjewendîya wan ya baş bidawîbûna şer e.

Wî da zanîn ku rastîyên li cengê roj bi roj eşkere dibin û îdîa kir ku di şer de gelek leşkerên Ukraynî hatine kuştin.

Serokwezîrê Macaristanê got ku ew hevbendeke NATO û dîyar kir divê ew dûrî wê cengê bisekinin.

Orban, ku di meha Nîsanê de bo cara çaran hat hilbijartin, da zanîn ku ew ser toleyên Yekîtîya Ewrupa (YE) û sînordarkirina gaza ji Rûsya naxwazin ti danûstandinê bikin.

Wî dîyar kir ya divê were kirin, ne ragihandina toleyan e, lê danûstandinên bo aştîyê ne.

Orban got ku bo ew rê li ber enflasyona şer bigirin divê rêkên dîyalog û aştîyê bo Rûsya û Ukrayna bibînîn.