Hungarya Dibêje Biryara ICC ya Dijî Netanyahu Nayê Pejirandin

Orban û Netanyahu li Orşelîmê ( Tîrmeh 19, 2018)

Gergely Gulyas, şêwirmendê serekî yê Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban îro Pêncşemê got ku ew daxwaza dozgerê Dadgeha Tawanan ya Navnetewî (ICC) ya biryara girtinê ya dijî serokwezîrê Îsraîlê nayê pejirandin û ew nikare li Hungarya were cîh kirin.

Gulyas di civîna agahdarkirinê de de got ku tevî ku Macaristan Peymana Roma ya ICC erê kiriye jî ew ti car nebûye beşek ji qanûnên welatê wî, loma wateya biryarên wê li hindurê Hungarya tuneye.

"Ev biryar ne hiqûqî ye, biryareke sîyasî ye û nayê qebûl kirin. Û ew biryar nirxê Dadgeha Tawanan ya Navnetewî kêm dike. Karanîna dadgehê ya wek amûreke sîyasî ne rast e. Û divê neyê ji bîr kirin ku çi bûye sedema destpêbûna bûyerên li Gazayê. Û sedem ew êrîşa terorîstî ya zordar û hovane ya ser Îsraîlê ye."

Orban, ku wek hevalbendekî xurt yê Netanyahu tî dîtin, berê jî gotibû ku mafê Îsraîlê heye ku xwe ji gef û êrîşan biparêze.

Dozgerê ICC Kerîm Xan roja Duşemê gotibû ku wî jibo serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, wezîrê wî yê berevanîyê û sê rêberên Hamasê jiber îdiayên tawanên şer biryara girtinê daxwaz kiribû û her du alî jî biryara Xan bi tundî şermezar kiribû.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hemî 27 endamên Yekîtîya Ewrupa (YE), endamên ICC ne.

Tevî ku berpirsê peywendîyên derve yên yekîtîyê, Josep Borrell gotibû ku divê ew biryarên dadgehê bi cîh bînin, pêngava dawî ya Xan nîşan dide ku cudabîrîyên sîyasî yên navbera emdamên YE mezin in.