Li Gurcistanê Xwepêşandan Didomin, Lê Orban Dibêje Hilbijartin Rewa Bûn

Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban îro Sêşemê got ku hilbijartinên Gurcistanê, ku partîya desthilatdar bi ser ket, azad û demokratîk bûn.

Orban, di serdana xwe ya paytext Tiblîsê de pîrozbahî li hevtayê xwe yê Gurc û serokê Partîya Xewna Gurcistanê, Irakli Kobakhidze kir.

"Min nirxandina rêxistinên navnetewî xwendin. Ez dibînim ku kes newêre bibêje ku ev hilbijartin ne rewa û demokratîk bûn. Tevî hebûna evqas rexneyan, ti kes newêrîbû bigota ku hilbijartin ne rewa û ne demokratîk bûn,” Orban di preskonferansê de got.

Viktor Orban û Irakli Kobakhidze

Tevî ku Partîya Xewna Gurcistanê ya desthilatdar û komîsyona hilbijartinê dibêjin ku dengdan azad û adil bû, dewletên Rojavayî banga vêkolînên ser encamên hilbijartinan kirin.

Hevdem, bi hezaran kes piştî belavbûna raportên derheqa hîle û nerêkûpêkîyên ser encamên hilbijartinê, roja Duşemê li ber parlamana Gurcistanê li Tiblîsê xwenîşandan kirin.

Rêzek binpêkirinên roja Yekşemê ji hêla mîsyonên çavdêrîyê ve hatin ragihandin ku

Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewrupa (OSCE) ya bi endamtîya 57 welatan jî di nav de, çavdêrên bîyanî yên hilbijartinan jimareke binpêkirin ragihandibûn.

Komên çavdêr gotibû ku dibe ku dagirtina sindoqan bi dengan, bertîl, tirsandina hilbijeran û tundîya li nêzî navendên dengdanê bandor li ser encaman kiribin, lê wan negotibû ku hîle û sextekarî hatine kirin.

Macaristan, ku seroktîya dorbidor ya Civata Ewrupî dike, bi biryarên xwe yên domandina têkilîyên nêzîk bi Rûsya re endamên din yên Yekîtîya Ewrupa û NATO hêrs kiribûn.

13 wezîrên derve karên Ewrupî yên Yekîtîya Ewrupî roja Duşemê bi daxuyanîyeke hevbeş gotibû ku ew serdana pêşwext ya serokwezîrê Hungarya Orban ya Gurcistanê rexne dikin û ew li ser navê YE napeyîve.

Jêder: Reuters