Serdana Pisporên OPCW ya Dûma Hat Paşxistin

Karbidestên Brîtanî ragihand ku serdana şandeya vekolerên çekên kîmyayî yên ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) hate paşxistin jiber ku ew nekarîbûn xwe bigehînin Dûma.

Balyozê Brîtanî li Hollanda Peter Wilson di preskonferansekê de li Denhag got ku vekolerên Neteweyên Yekbûyî nekarî biçûna Dûma.

“Neteweyên Yekbûyî destûr da vekoleran, lê wan nekarî xwe bigehîndana Dûma jiber ku Sûrîye û Rûsya ewlehîya wan misoger nakin. Divê vekoler bi azadî karê xwe bikin û divê Rûsya û Sûrîye hevkarî bikin.”

Lê, Wezareta Derve ya Rûsî ragihand ku sedema derengketine vekoleran êrîşên esmanî yên Amerîkî, Fransî û Brîtanî ye.

Vekolerên OPCW roja Şemî giheştibûn Şamê û plan dikirin ku îro herin Dûma, lê endamên wê yên Brîtanî ragihand ku Rûsya û Sûrîye hîn destûr nedaye wan.