Hêzên Dijî Terorê ya Herêma Kurdistana Îraqê ragihand ku di encama peqîna bombeyeke ku îro li Hewlêrê qewimî de 1 kes hat kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn ku ji wan du jin û du jî zarok bûn.
"Peqemenîya ku di maşîneyekê de hatibû bar kirin peqiya û bû sedema kuştina şofêr û birîndarbûna du jin û du zarokan," daxuyanîya Herêma Kurdistana got, lê ser nasnameya qurbanîyan anjî sedema êrîşê ti hûrgilî nehatin dayîn.