Lufthansa, Delta, United jiber Omicron bi Hezaran Firîn Betal Dikin

Firokeke Lufthansa

Sê kompanîyên rewîtîya esmanî yên mezin îro Înîyê ragihandin ku wan bi dehan firînên xwe betal kirine; bi sedema ku cureya omicron ya COVID-19, bandorên neyînî ser hejmarên tîmên firînan bandorên neyînî dike.

Kompanîya Lufthansa ya Almanî îro dîyar kir ku jiber "zêdebûna girseyî" ya betlaneya bo nexweşîyê ya di nav pîlotan de, ew bi dehan firînên dirêj yên transatlantîk betal dike.

Di nav firînên ku têne betalkirin de yên bo Houston, Boston û Washington jî hene.

Lufthansa dibêje ku ew nikare piştrast bike ku pîlot û tîmên wê gelo bo pêketinên COVID-19 betlanayan daxwaz dikin yan na jiber ku ew di derbarê cureya nexweşiyê de nehatine agahdar kirin.

Li Amerîka, Delta Air Lines û United Airlines jî ragihandin ku ew neçar mane ku jiber kêmbûna karmendan ya girêdayê pêketînên omicron,bi dehan firînên bo serêsalê betal bikin.

United Airlines da zanîn ku zêdebûna bûyerên omicron yên li seranserê welêt yên di vê hefteyê de, ser tîmên me yên firînan û karmendê n me yên din bandorek rasterast kiriye.

"Di encamê de, mixabin em neçar man ku hin seferan betal bikin û kiryarên xwe berîya hatina balafirgehê agahdar dikin," United Airlines got.

Kompanîyê got ku ew zêdetirî 100 firînan betal dike .

Hevdem, kompanîya Delta jî dîyar kir ku wê nêzî 90 firînên îro jiber îhtîmala hewaya xirab û bandora omicron betal kiriye.

Gelek welatan yên wek Îspanya û Brîtanya dirêjahîya dema karantîna yên COVID-19 kin kirine da ku kêmbûna karmendan çareser bikin û mirov bikaribin ku zû vegerin ser karê xwe.