Olîmpîyatên Tokyo Berdewam Dikin

Werzişvana jimnastîkê ya Amerîkî Simone Biles

Werzişvana jimnastîkê ya Amerîkî Simone Biles îro Çarşemê ragihand ku ew ji tevahîya listêkên olîmpîyatên Tokyo yên kesane vedikişe.

Beşa jimnastîkê ya Amerîka îro bi daxuyanîyeke ragihand ku Biles, piştî nirxandina bijîşkî yên berfireh jibo tenduristîya xwe ya derûnî, ji olîmpîyatên Tokyo vedikişe.

Simone Biles


Di daxuyanîyê de hat gotin ku ewê rewş Biles rojane were nirxandin da ku derbarê wê de biryara beşdarbûna fînala lîstikên take kesî were dayîn.

Simone Biles ya 21 salî roja Sêşemê ji tevahîya fînalên tîmên jimnastîkê yên jinan vekişîyabû, piştî ku wê tevgera xwe ya plansazkirî bicîh anîbû.

Bi windakirina Biles, Tîma Olîmpiyatê ya Rûsya di fînalên tîmên jimnastîkê xelata zêr bi dest xist, ya Amerîka jî di rêza duyan de xelata zîv û her wiha tîma Brîtanya tûnc (bronz) digire.

Biles piştre ji rojnamevannan re da zanîn ku ew jiber stres û zextê ya ser pêşbazîyê, nikaribûye bi hişê rast tevbigere, û ev rewş pêwîst dike ku ew li ser tenduristîya xwe ya derûnî bisekine û tenduristî û başbûna xwe nexe di metirsiyê de.

Beşa jimnastîkê ya Amerîka jî piştvanîya biryara Simon Biles kir û wiha got, "Em bi dil û can piştgirîyê didin biryara Simone û wêrekîya wê di pêşengîya başbûna wê de slav dikin. Wêrekiya wê dîsa destnîşan dike, ka çima ew ji bo gelekan mînak e."

Jade Carey, ya ku pêşbirk di rêza neha de xelas kir, ewê di pêşbirkên ji vir û şûn da de cîhê Biles bigire.

Simon Biles di beşa jîmnastîkê ya werzişê de, wek lîstîkvana herî baş ya hemî dem li cîhanê tê naskirin.

Avjenî-Melavanî Û Pêşbirkêya Lîstikên Din

Di pêşbaziyên Çarşemîyê de werzişvana avjenîyê ya Amerîkî Katie Ledecky di dîroka olîmpîyatan de rekoreke nû tomar kir û hevrika wê ya ji Avusturalya Ariarne Titmus jî cara duyan xelata zêrîn wergirt.

Katie Ledecky of the United States poses with her gold medal after winning the women's 1500-meters freestyle final at the 2020 Summer Olympics, Wednesday, July 28, 2021, in Tokyo, Japan. (AP Photo/Matthias Schrader)


Ledecky, di fînala pêşbirkên avjenîya serbet ya 1500 metreyî yên jinan de, ya li Navenda Aquatics ya Tokyoyê de biserket.

Ev beşa pêşbirkan cara yekê ye di Olîmpîyatên Havînê de, tê encamdan.

Hevala Ledecky ya Amerîkî Erica Sullivan medalya zîvîn wergirt û her wiha Sarah Kohler ya Almanî jî xelata tunc (bronz)ê bidext xist.

Di pêşbirkên avjenî yên serbest bi 200 metreyî de, werzişvana Austuralayî Titmus ku wek 'Termînator' tê nas kirin, pêşbirkê bi rêkorek (1:53:50) qezenc kir.

Siobhan Haughey ya ji Hong Kong di rêza dudya de xelata zîvîn stend û Penad Oleksiak ya ji Kanada jî di rêza sêyan da xelata tunc (bronz) bi dest xist. Lê, Katie Ledecky pêşbirkê di rêza pêncan de temam kir.

Ledecky di Olîmpîyatên 2016'an yên li Rio de, her du pêşbirkê jî qezenc kiribûn û jibo Olîmpîyatên îsal yên li Tokyoyê wek ya herî bijarde dihat pêşbînî kirin.

Lê, bi serketina wê ya di 1500 metreyan ya di pêşbirka serbest de, ew di jîyana avjenî ya xwe de ku di Lîstikên Londonê yên di 2012'an de, giheşt 6 xelatên zêrîn.

Werzişvanê Avjenîyê ya Japonî Yui Ohashi piştî îro pêşbirka kesane ya 200 metreyî de qezenc kir, sê roj piştî serketina xwê ya pêşbirka kesane ya 400 metreyî, bû xwedîyê xelata zerîn ya duyan.

Yui Ohashi, hevrikên xwe yên Amerîkî Alex Walsh û Kate Douglass, ku bi rêzê ve madalyayên zîv û bronz girtibûn, li paş xwe hiştin.

Di heman demê de, tîma mêran ya Brîtanya, Tom Dean, Duncan Scott, James Guy û Matthew Richards pêşbirka serbest ya 4x200 qezenc kirin û Brîtanya li Tokyoyê di pêşbirkên avjenîyê de, xelata sêyan ya zêrîn bi dest xist.

Kristof Milak yê ji Macarîstanê pêşbirka perpirokê bi 200 metreyî ya mêran di 1: 51.25 deqîqe de rêkorek nû ya Olîmpîkê tomar kir.

Di heman pêşbirkê de,Tomoru Honda yê Japonî yê 19-salî xelata zîvîn stend û Federico Burdisso yê Îtalî di rêza sêyan de xelata tunc(bronz) wergirt.

Werzişvana bisîkletê Annemiek van Vleuten ya ji Hollandayê, pêşbirka ceribandinên dijî demê ya jinan bi dema 30: 13,49 li Fuji International Speedway xelata zêrîn wergirt.

Marlen Reusser ya Swîsreyî pêşbirkê di rêza duyan de qedand û Anna van der Breggen jî di rêza sêyan de xelata tunc (bronz) bi dest xist.