Olîmpîyatên Zivistanê bi Dawî Dibin

Dîmenek ji merasîma roja dawî ya Olîmpîyatên Zivistianê li Pekînê. 20 Sibat, 2022.

Paytexta Çînê, Pekînê, îro Yekşemê xetîra xwe ya Olîmpîkê vemirand, wekî nîşanekê jibo dawîhatina Lîstikên Zivistanê yê Olîmpîyatan.

Di Olîmpîyatên ku li jêr qeyd û bendên tund yên COVID-19 hatin kirin de, gelek bûyerên balkêş derketin holê, di nav de skandala bikaranîna madeyên qedexe ji alîyê lîstikvana şemitîna ser qeşayê ya Rûs Kamila Valieva.

Serokê Çînê Xi Jinping li merasîmekê li lîstikgeha Bird's Nest beşdar bû, cihê ku serokê Komîteya Olîmpîk ya Navnetewî Thomas Bach bi fermî dawîbûna Olîmpîyatên 2022’an ragihand.

Di warê medalîyên zêr de, Norwêc di rêza yekê de bi 16 medalîyan hat. Piştre Almanya bi 12 medalîyên zêr hat. Di rêza sêyem de Çîn bi neh medalîyan cih girt. Amerîka di rêza çaran de bi 8 medalîyan hat.

Olîmpîyatên Zivistanê ji 4 heta 20’ê Sibatê dirêj kir, tê de 2,871 werzîşvan ji 91 welatan beşdar bûn.