Di pêşbirka dîlana ser qeşayê li Olîmpîyatên Zivistanê yên Pekînê de, Gabriella Papadakis and Guillaume Cizeron yên Fransî medalya zêr wergirt û bi wê yekê rekora cîhanê, ku wan bi xwe berî çar salan li Pyeongchangê danîbû, şikand.
Gabriella û Cizeron li ber muzîka Elegie ya muzîkjenê sedsala 20an yê Fransî Gabriel Faure 226.98 puan bi dest xist.
Her du lîstikvanên Rûs Victoria Sinitsina û Nikita Katsalapov bi 220.51 puanan medalya zîv wergirt û cotê Amerîkî Madison Hubbell û Zachary Donohue medalya bronz wergirt.
Di pêşbirka şimitîna azad ya jinan de, lîstikvana Çînî Xu Mengtao medalya zêr bi dest xist û pê re jî bû jina yekê ji Çînê ku di vê lîstikê de serkeftineke wisa di Olîmpîyatan de pêk tîne.
Xu 108.51 puan bir û vê yekê qehremana berê ya vê lîstikê Hanna Huskova ji Belarûsê ji pêş xwe hilanî. Di rêza sêyan de lîstikvana Amerîkî Megan Nick bi surprîzekê medalya bronz bi dest xist.
Di pêşbirka şimitîna çengkirinê (ski jumping) ya mêran de, tîma Austuryayê medalya zêr wergirt. Lîstikvanê tîmê Manuel Fetter 128 metreyan çeng bû û di rêza yekê de cîh girt.
Tîma ku ji Fettner, Stefan Kraft, Daniel Huber û Jan Hoerl ve pêk hat, bi tevahî 942.7 puan bi dest xist û bi 8.3 puanan li pêş Slovenyayê da.
Tîma Slovenyayê di rêza duyê de medalya zîv stand û ya Almanyayê jî di rêza sêyan de medalya bronz qezenc kir.