Bi Dehan Girtîyên Ukraynî Di Êrîşa Mûşekî de Hatine Kuştin

Dîmeneke hêzên Ukraynî yên li bajarê Olenivka, herema Donetsk

Bi dehan girtîyên şer yên Ukraynî diyar bû ku îro Înê di êrîşeke mûşekî de hatine kuştin, Moskow û Kîev hevdu bi pêkanîna êrîşê tawanbar kirin.

Wezareta Berevanîyê ya Rûsya ragihand ku di êrîşa ser girtîgeha li bajarê Olenivka de 40 girtî hatine kuştin û 75 jî birîndar bûne.

Wezareta Rûsî herwiha got ku êrîşê de 8 karmendên girtîgehê jî birîndar bûne.

Ajansên nûçeyan yên Rûsî ragihand ku wezaret hêzên Ukraynî tawanbar dike ku û dibêje ku wan bi roketên HIMARS yên Amerîkî girtîgeh kiriye armanc.

Hat ragihandin ku rêberê cudaxwaz yê bi piştgirîya Rûsya Denis Pushilin gotîye ku di nav 193 kesên li girtîgehê ti welatîyên bîyanî tunebûn.

Artêşa Ukrayna bi daxuyanîyekê red kir ku hêzên wê êrîş pêk anîye û hêzên Rûsî tawanbar kir ku girtîgeh kiriye armanc.

"Bi vî awayî, dagîrkerên Rûsî bo armancên xwe yên xirab û bo veşartina êşkencekirina girtîyan û darvekirinan, Ukrayna bi pêkanîna tawanên şer, sûcdar dike," artêşa Ukrayna got.