Sînan Ogan Biryara Xwe ya Ser Gera Duyê ya Hilbijartinan Îro Radigihîne

Berbijarê serokomarîyê Hevpeymanîya Ata Sînan Ogan helwesta xwe ya jibo gera duyê ya hilbijartinan îro Duşemû radigihîne.

Ogan di gera yekê de bi 2,831,208 dengan 5,17 ji sedê dengan sitandibû.

Bîragiştî ya Tirkîyê ji 14’ê Gulanê vir ve meraq dike ku ka ewê di gera duyê de piştgirî bide berbijarê Hevpeymanîya Gel Recep Tayyîp Erdogan yan berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu.

Ogan do Yekşemê ji Twitterê ragihand ku ewê îro Duşemê di saet 17:00 de biryara xwe eşkere bike.

‘’Emê hatin dawîya danûstandinên xwe. Piştî temambûna hevdîtin û danûstandinên sibê, emê biryara xwe zelal bikin û wê ji zarokên ezîz yên miletê Tirk re ragihînin.’’

Partîya herî mezin ya Hevpeymanîya Ata, Partîya Zafer e û serokê wê Umît Ozdag hefteya borî li Enqerê bi Kemal Kiliçdaroglu re û Ogan jî li Stenbolê bi Erdogan re danûstandin kiribûn.

Erdogan di hevpeyvîna CNN’e de gotibû ku ewê bi Ogan re nekeve bazarê.

Hevpeymanîya Ata, ku bi neteweperestîya xwe tê nasîn, bi gotinên dijî penaberên Sûrî û partîyên Kurdan jî tê zanîn.

Ew hevpeymanî dibêje ku divê penaberên Sûrî demûdest vegerin welatê xwe û dîyar dike ku divê bi partîyên ser bi Kurdan re hevpeymanî çênebe.

Jêder: Twitter