Ukrayna: Li Odesa Jiber Êrîşên Mûşekî yên Rûsan 5 Kes Hatine Kuştin

UKRAINE-CRISIS/ODESA-ATTACK

Andriy Yermak, şêwirmendê serekî yê serokê Ukrayna îro Şemîyê ragihand ku di êrîşeke mûşekî ya dijî bajarê Odesa de, tevî pitikek sê mehî, 5 kes hatine kuştin.

"Pênc Ukraynî hatin kuştin û 18 birîndar bûn. Û ev tenê yên ku me karîbû tespît bikin in. Dibe ku jimara kuştîyan zêdetir be.Di nav kuştiyan de pitikek 3 mehî jî heye," Yermak got.

Şêwirmendê wezîrê navxwe yê Ukrayna jî zûtirîn îro got ku hêzên Rûsî herî kêm şeş mûşekên Kruzê avêtinê bajarê bendergeha Odesa ya Derya Reş .

Anton Gerashchenko îro di peyameke ser Telegramê de ragihand ku hêzên Ukraynî çend mûşekên Rûsî têk birine , lê herî kêm yek ji wan ketiye xwarê û teqîyaye.

Gerashchenko got ku dengên teqînan ji hêla niştecihên bajêr ve li heremên cuda yên Odesa hatine bihîstin.
Wî her wiha da zanîn ku avahîyên niştecihî hatine derb kirin.

Karbidesên xwecihî jî di daxuyanîyeke onlaynî de dîyar kirin ku îro mûşekek li binesazîya bajarê Odesa ya Ukraynayê ketiye.