Ocalan ji Îmralî Peyamekê Bo Raya Giştî Dişîne

Omer Ocalan enamê DEM Partî û birazayê Rêberê PKK yê girtî li girava Îmralî di peyameke platforma X'ê de piştrast dike ku roja Çarşemê wî hevdîtin bi Ocalan re kirye û ser rewşa siyasî û geşdanên heyî gotûbêj kirine.

Omer Ocalan di platforma Xê de dibêje "Min di 23’ê Cotmehê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi Birêz Ocalan re hevdîtinek pêk anî."

Omer Ocalan dibêje, "Ev serdan di çarçoveya hevdîtina malbatê de pêk hat. Di hevdîtinê de birêz Ocalan der barê geşedanên siyasî yên giştî de nirxandinan kir û xwest ev peyam ji raya giştî re bê ragihandin."

Li gor Omer Ocalan, apê wî Ocalan gotîye "Tecrîd didome. Ger şert û merc pêk werin, hêza min a teorîk û pratîkî heye ku ez vê pêvajoyê ji zemîna nakokî û tundiyê derxim qada hiqûqî û siyasî."

Omer Ocalan derbarê nîgeraniyên ser tendirustiya Ocalan got "Tenduristiya wî baş bû û silavên wî bo her kesî hebûn."
Ji Adara 2020’an vir ve cara yekem e ku yek ji malbata rêberê PKK’ê dikare serdana wî bike.

Li gor mediya DEM Partî, îro Pêncşemê Ayşegül Doğan berdevka partiyê daxuyaniyek ser rewşa heyî û rojeva girêdayî Tirkiyê û Kurdan, êrîşa enqerê û îmkanên çareseriya pirsgirêkan bi rêkên aştî û diyalogê axiftinek kir.

Abdulkadir Selvi, qunciknivîsê navdar ê rojnameya Hurriyetê ya alîgirê hikûmetê, roja Pêncşemê got ku Ocalan di hevdîtina du saetan de got ku "ew amade ye ku daxwaza bêçekbûnê bike."

Rojnameyê diyar kir ku malbatê herî dawî di meha Tebaxê de daxwaza hevdîtina bi Ocalan re kiriye.

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî roja Sêşemê di civîneke partiyê de ragihand, ku ew dê bang li Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bikin ku werin civîna Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Partî û li wi banga bidawî kirina terorê bike.

Jêder: DEM Partî/AFP