Omer Ocalan: Heta ku Kurdî Bibe Zimanê Fermî Emê Xebatên Xwe Bidomînin

Parlamanterê HDP'ê û hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê yê wê partîyê, Omer Ocalan dibêje ku divê zimanê Kurdî li Tirkîyê bibe zimanê fermî yê duyê û li her qadê jîyanê bi azadî were xebitandin.

Ocalan dibêje ku nêzîkbûna wan ya hember zimên her dem xurt e û ewê xebatên xwe yên ser wê armancê bidomînin.

"Dewletê bi zimanê Kurdî televîzyon vekiriye lê fermîyeta Kurdî tuneye. Li parlamana Tirkîyê jî li şûna zimanê Kurdî wek 'X' yan 'zimanekî nayê zanîn' bi nav dikin jiber ku karbidest bi ti awayî naxwazin hebûna zimanê Kurdî qebûl bikin.

Ocalan dîyar dike ku ewê bi berdewamî doza zimanê Kurdî bimeşînin. “Em dixwazin ku zimanê Kurdî ji alîyê perwerde û hemî warên jîyanê bibe zimanê fermî yê duyê. "

Your browser doesn’t support HTML5

Omer Ocalan Dibêje Divê Kurdî li Tirkîyê Bibe Zimanê Fermî