Obrador: Emê Amerîka Ser Piştgirîyên jibo Rêxistinên Rikeber Hişyar Bikin

Mexico's President Obrador attends press conference after the general election, in Mexico City

Serokê Meksîko Andres Manuel Lopez Obrador îro Çarşemê bi preskonferansekê ragihand ku ewê jiber alîkarîyên Amerîka yên jibo rêxistinên sîvîl yên rikeber hişyarîyeke dîplomatîk bişîne Washingtonê.

Obrador ser sazîya Mexicanos Contra la Corrupcion y la Impunidad axifî ku bi piştgirîya diravî ya Amerîka ser perexwarinên rêvebirîya lêkolînan dike û dijî wan têkoşînan dimeşîne.

‘’Li vê derê em çend caran ser vê mijarê axifîn û me bîragiştî jî agahdar kir, lê niha ezê bi nameyeke jibo Serok Biden ser vê mijarê bisekinim.’’

Obrador dîyar kir ku bi bawerêya wî Biden ji vê rewşê ne agahdar e.

Obrador got dibe ku ji ji Biden re tê gotin ku dirav jibo têkoşîna dijî perexwarinê tê dayîn, lê îdia kir ku rewş berovajî vê ye.

Serokê Meksîko sala borî ji Serokê Amerîka Joe Biden xwestibû ku piştgirîya Ajansa Amerîkî ya Pêşvebirina Navnetewî (USAID) ya jibo rêxistinên li Meksîko rawestîne.

Wî dîyar kiribû ku ew rêxistinênên dijî hikûmeta wî dijminîyê dikin û ew beşek ji tevgerên konservatîf in.

Jêder: Reuters