Serokê Amerîka Barack Obama di gera xwe ya Ewrupa de, îro Duşemê li Almanya bi serokwezîra wî welatî Angela Merkel re kom bû.
Serok Obama li bajarê Hannoverê got ku Ewrupayeke yekgirtî û hêzdar, bo tevahîya cîhanê pêdivî ye. Wî got ku yekbûn û xweşhalîya Ewrupa bandoreke rastexwe li ser rewşa Amerîka jî dike.
Obama di axaftina xwe de ku Merkel jî hazir bû, piştgirîya xwe ya bo peymana bazirganîya serbest ya navbera her du welatan dubare kir û ew yek wek peywendîyeke bijûn û hevalene bi nav kir.
"Li her du hêlên Atlantîk, emê pirtir hevkarî, bazirganî û herwiha afirandina pirtir karan jibo gelnîê xwe bibînin. Em her du alî bi nêrînên nûjen, dixwazin di vê cîhana siberojê de li pêş xwe binêrin,” Obama bi berdewamî got.
Obama derengîya îro li ber e rêberên Fransî Britanî û Îtalî bicive ku piştgirîdana şerê dijî DAIŞê bi fitrehî gotûbêj bike.
“Ev kêşe wek çerekî dijwar li pêş me ye û ti kes ji me nikare têna xwe vê pişrgirêkê çareser bike,” Oama got.