Serokê Amerîka Barack Obama di serdana xwe ya Kubayê de îro ligel serokê wî welatî Raul Castro kom dibe.
Civîna ku li Qesra Şoresê ya paytaxt Havana pêk tê, kombûna çaran e ku di nav her du rêberan de di salên dawî de pêk tên.
Her du Obama û Castro cara yekê di sala 2013an de di merasîma Nelson Mandela de hevdu dîtîbûn.
Hêjayî balkişandinê ye, Serok Obama di nav 90 salên borî de serokê Amerîkî yê yekê ye ku di dema seroktîya xwe de serdana Kubayê dike.