Obama: Amerîka û Fransa Hember Şerê Terorîzmê Xwedîyê Yek Helwest in

Serok Barack Obama dibêje, Amerîka û Fransa xwedîyê yek helwest in ku terorîstan bînin pêş dadwerîyê, piştî ku DAIŞê êrîşên terorîstî yên li Parîsê rakiribûn ser xwe.

Obama, di civîna çapemenî ya piştî hevdîtina ligel Serokê Fransî, Francois Hollande got ku kiryarên DAIŞê nikarin bêne xweş dîtin û divê ew rêxistin, bi hevre, bi hevkarî were tune kirin.

Serokê Fransî Hollande jî got, Fransa û Amerîka di ware nirxa azadîyê e xwedîyê heman hlst û nerînan in.

Hollande do jî ligel Serokwezîrê Britanî David Cameron civibî û soza alîkarîyê ji wî biribû ku Brîtanya êrîşên esmanî li dijî mîlîtanên DAIŞê li Sûrîyê pêk bîne.

Cameron gotibû ku ewê ji parlemana Britanî daxwaza tevlîbûna şerê dijê DAIŞê bike û di heman demê de bingeha leşkerî ya li Qibrisê bo êrîşên dijî DAIŞê veke.