Kesekî 19 salî ku şeva borî li eyaleta Indiana gule berdabûn bavê xwe û ew kuşt bû, Yekşemê kete di zîndanê de. Kesê 19 salî bi tawana ku bavê xwe kuştî ye ji aliyê polîsan ve hatiye girtin.
Ajansa Associated Press ji bajarê Oakland ragihand ku welatiyê 19 salî yê li başûrê Îndiana gule berdabûn bavê xwe dema ku xirecir û şeredev di anvbera wan da rûdabû.
Polîsê eyaleta Indiana gotiye kesê tawanbar şeva Şemiyê hatiye desteser kirin û Yekşemê ew bê kefalet di girtîgeha herêma Gibson de hatîye girtin.
Êvariya Şemiyê polîsan bavekê 44 salî yê birîndar di malekê bajêrê Oakland de dî bû, ku xortê 19 salî jî rûniştvanê heman herêmê ye û bavê xwe gulebaran kirbû, bavê wî li cihê bûyerê giyanê xe jidest dabû.
Bajarê Oakland li bakurê rojhilatê Evansville yê eyaleta Indiana ye