Nûnerê Afganî li NY Dibêje bi Mîlyonan Kes jiber Talîbanê Nav Tirsê Ne

Konseya Mafên Mirovan ya NY ya li Cenevreyê

Nasir Ehmed Endîşa, balyozê hikûmeta tekçûyî ya Afganistanê îro Sêşemê di civîna awarte ya Konseya Mafên Mirovan ya NY ya li Cenevreyê, ser rewşa Afganistanê axifî.

Endîşa bang kir ku jiber kiryarên Talibanê bo hesab ji wê rêxistina tundrê were pirsîn.

Wî rewşa li Afganistanê wek rewşeke "nedîyar û metirsîdar"binav kir û her wiha got ku bi mîlyonan mirov jiber jîyana xwe ditirsin.

Endîşa got ku tevî sozên destpêkê yên Talîbanê ku ewê rêzê li mafên mirovan bigire, sînorkirin û binpêkirin pêk tên; di nav de bûyerên zewaca bi darê zorê, tirsandina rojnamevanan û her wiha lêgerînên derî bi derî.

Hevdem, balyoz Endîşa bang li dewletên endam kir ku peyameke tund ji Talîban û yên din re bişînin ku ewê encamên binpêkirina mafan hebin.