Nûnerê YE: Bo Danûstandinên Aştîya Afganistanê Dem Kêm Dibe

Dîmeneke ji danûstandinên aştîya Afganistanê Afghanistan Peace Talks

Nûnerê Yekîtîya Ewrupa (YE) yê jibo Afganistanê Tomas Nîklasson îro Çarşemê dîyar kir ku dem jibo danûstandinên aştîya Afganê kêm dibe.

Tomas Nîklasson destnîşan kir ku jibo pêşkistina gotûbêjan pirrtir dem û hewildan pêwîst in.

Nîklasson di seredana paytexta Pakistanê de ji Reutersê re ragihand ku dema ew diaxivin, dem kurtir dibe "Li ser mijarên sereke ti pêşketinek çênebûye yan jî pirr hindik e, jiber vê yekê, ji wê perspektîfê, divê pirtir kar were kirin," Nîklasson got.

Berdevikê Talîbanê Suhail Shaheen li ser Twitterê roja Sêşemê dîyar kir ku komên ji her du tîmên danûstandinan jibo nîqaşkirina 'jinûve damezrandina û rêzkirina runiştinên gotûbêjan' civyane.

Lê, Nîklasson got ku bo nîşandana pêşveçûna rastîn, pêşnîyarên bingehîn yên di derbarê planên welatan yên her du alîyan li ser masê hebin, û her wiha encama gotûbêjan, ku Talîban hîn ranegihandiye û ne daye wan. "Îhtîmalek mezin e ku pêşnîyara Talîbanê bi armancên firehtir be, dibe ku ewê tenê Îmaretekî Îslamî deynin ser masê, ku di danûstandinan de ew tişta dibe pêk bê, û hingê hûn dikarin bibînin ka hûn dikarin li ku derê tawîzan bidin, û divê tawîz ji hêla her du alîyan ve were kirin, " Nîklasson got.

Berdevikê Talîbanê Zabihullah Mucahîd got ku rênexşeyeke nivîskî ya komê heye, lê dê ew raya giştî re yan jî bi bîyanîyan re parve neke û ewê planê jibo danûstandinên bingehîn re bihêle.

Nûnerê YE jibo Afganistanê Tomas Nîklasson di vê hefteyê de li Îslamabadê bi karbidestan re hevdîtin pêk anîn.

Tomas Nîklasson got ku ew qayil bûye ku Pakistan cesaretkirina danûstandinan yên bo avakirina aştîyeke li Afganistan di berjewendîyên xwe de dibîne.

Lê, Nîklasson dubare kir ku divê Pakistan hemî hêza xwe bikar bîne ku Talîbanê teşwîq bike da ku pêşnîyareke aştîyê ya nivîskî pêşkêş bike.

Peywendîyên Pakistanê û Talîbanê di demên borî de ji hêla Rojava ve dihat rexne kirin.

Lê, paytextên biyanî ku Washington jî tê de ye, di van salên dawî de qebûl kir ku Pakistan xebitiye ku serhildêran bîne ser maseya danûstandinê.

Wezîrê karên derve yê Pakistanê gotibû ku Pakistan bi tevahî piştgirîyê dide pêyvajoya aşitîya Afganistanê lê nedixwest ku wek 'bizina qûrbankirinê' were hesibandin û tawanbar kir ku heke danûstandin hilweşe.

"Ez dibînim ku di warê danîna pêşnîyareke de li ser masê ya Talîbanê de, heya niha pêşveçûnek hindik heye. Lê gelo ew jiber gotûbêjên lawaz yên ne xurt yan jî bi sedema ku jingeha heye nehatiye bikar anîn rû daye, ez bi tevahî nizanim, " Nîklasson got.