NY jibo Şerê Dijî Korona Banga Hewlên Hevbeş Dike

Rêberên Neteweyên Yekbûyî îro Duşemê gazî jibo hewildanek cîhanî kirin ku derzî, derman û kîtên testan li dijî COVID-19 bi nirxekî erzan werin çêkirin û belav kirin.

"Ew amûrên nû dê alîkarîyê me bikin ku em pandemîyê bi tevahî kontrol bikîn û divê herwekî tiştên giştî yên cîhanî werin dîtin ku herkes bi erzanî peyda bike," Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres, di destpêka konferanseke sozdana cîhanî de got.

NY armanc dike ku 8 mîlyar dolaran jibo şerê dijî vîrusa korona berhev bike.

Serokê Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus jî di heman civînê e peyîvî û got ku pîvana dawîn ya serfirazîyê ne ew e ku emê çiqas zû amûran amade bikîn.

“Pîvan ew e ku emê çiqas vi awayê wekhevî wan alavana ji cîhanê re belav bikîn. Ti kes ji me cîhanekw wiha napejîrînin ku hinek kes tên parastin û hinekên din jî li derve dimînin," Ghebreyesus got.