NY Bang li Rûsya Dike ku Şerê li Ukrayna Rawestîne

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres îro Sêşemê ji Rûsya xwest ku dawî li şerê xwe yê bêaqil yê li Ukrayna bîne.

Guterres hişyarî da ku pevçûn ber bi ti encameke narin û gelê Ukrayna "dojeheke zindî de dijîn.

"Berdewamkirina şerê li Ukrayna di warê exlaqî ve nayê qebûl kirin, di warê sîyasî ve nayê parastin û di warê leşkerî ve bê wate ye."

Guterres got ger Mariupol bikeve jî, ne mimkin e ku Ukrayna bajar bi bajar, kolan bi kolan, mal bi mal were dagir kirin.

Wî bi berdewamî got ku ma divê çend kesên din jiyana xwe ji dest bidin û çend bajarên din yên mîna Mariupol wê wêran bibin; berîya ku şer ji qada şer derbazî maseya aştiyê bibe.

“Serketina vî şerî tuneye. Zû yan dereng wê ji qada şer derbazî maseya aştîyê bibe. Dem dema bidawîkirina vî şerê bêaqil e. Wî got ku şer her ku diçe girantir û saet bi saetê wêrantir dibe û herwiha pirtir nayê pêşbînî kirin."

Guterres dîyar kir ku gelê Ukrayna di dojehele zindî de dijî. "Bertekên şer li çaralîyê cîhanê têne hês kirin; bi zêdebûna buhayê xwarin, enerjî û gubreyê ku dibe krîzeke xelayê ya cîhanî derkeve holê."

Wî herwiha da zanîn kir ku li gor agahîyên wî di danûstandinên aştiyê yên di navbera Rûsya û Ukrayna de, têra xwe pêşketin hene ku niha şer rawestîne.

"Ji têkilîya min ya bi aktorên cuda re, ser çend mijarên serekî faktorên pêşketina dîplomatîk hene ku bo bidawîkirina şer aniha bes e." Lê, Guterres negot ku ew hêman çi ne û bersîva pirsê neda.

Guterres herwiha got ku divê danûstandinên aştîyê yên di navbera Rûsya û Ukrayna de, bi awayekî cidî werin rêvebirin.