Civata Ewlekarî ya NY Îro Dîsa Ser Şerê li Ukrayna Dicive

Civîneke Encumena Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY)

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Sêşemê piştî nîvro careke din ser qewimandinên herî dawî ya şerê li Ukrayna kom dibe.

Karbidestên NY ragihand ku wê di civînê de mijarên wek penaberan Ukraynî, qaçaxcitîya mirovan û zahmetîyên welatîyên bîyanî yên piştî dagirkirina Rûsya werin nirxandin.

NY dibêje ku ji destpêka dagirkerîya Rûsya li Ukrayna ya di 24ê Sibatê vir ve , nêzî 12 mîlyon kes malên xwe terikandine û revîne heremên din yên Ukrayna û welatên din.

Civata Ewlekarîyê heta niha ser rewşa Ukrayna gelek civîn dar xistine, lê endamên wê li hev nekiriye ku ti gav were avêtin.

Amerîka û hevbendên wê dîsa jî dibêjin ku domandina berdewambûna civînên li NY givaştinên ser Rûsya didomîne û Moskowê li ser qada navneteweyî îzole dike.