Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres dîyar kir ku ewê bo Ukrayna alîkarîyên nû bişînin.
Guterres da zanîn ku alîkarîyên nû bi qasî 40 mîlyon dolar in û ewê pê pêdivîyên sereke yên xwarin, vexwarin û derman werin dayîn.
Wî dîyar kir ku gurbûna şerê li Ukrayna bo temamê mirovahîyê gef e û bal kişand ku jiber şerê Rûsya û Ukrayna jinûve rojeva şerê navokî çêbûye.
Guterres banga rawestandina şer kir û got divê li gor peymanên NY’ê danûstadinên cidî çêbin.