NY: Pirtir ji 2,5 Mîlyon Kes ji Ukrayna Derketine

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Înê ragihand ku heta niha pirtir ji 2,5 mîlyon kes ji Ukrayna derketine.

Reutersê ew agahî ji zarê ajansa koçberîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand.

Ew hejmarên NY’ê raber dikin ku ji rapora Rêxistina Navneteweyî ya Koçberîyê (IOM) ya 10’ê Adadrê vir ve 200,000 kesên din koçber bûne.

Ofîsa Kordînasyonê ya Karên Mirovî ya NY’ê jî îro Înê da zanîn ku di nav Ukrayna de bi kêmî ve 1,85 mîlyon kesan ji warên xwe koç kirine.