NY Ser Rewşa 2 Bizavkarên Jin yên Hinda Agahîya Demûdest ji Talîbanê Dizwaze

Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Talîbanê daxwaz kir ku di derbarê du aktîvîstên jinên din de jî agahdarî pêşkeş bike.

Tê îda kirin ku ev du aktîvîstên jin vê hefteyê ji hêla Talîbanê ve hatine desteser kirin.

Mîsyona Alîkarîyê ya NY li Afganistanê (UNAMA) di derengîya roja Pêncşemê dîyar kir wê ser ragihandinên ku du aktîvîstên jinên ku li paytext Kabulê di vê hefteyê de ji hêla Talîbanê ve hatine desteser kirin, 'agahîya demûdest' daxwaz kiriye.

UNAMA'yê got ku "NY banga xwe dubare dike ku tevahîya aktîvîstên jin û xizmên wan yên 'hindakirî' divê werin berdan."

UNAMA navên du aktîvîstên jin yên hinda ne, eşkere nekir.

Lê, aktîvîsteke din ku nexwestiye navê wê were eşkere kirin, ji AFP re got ku Zehra Mihemedî û Mursel Ayar ji hêla Talîbanê ve hatine girtin.
Ji destpêka îsal 2022'an vir ve, 4 aktîvîstên jin hinda ne.

Çend hefteyên berê jî du aktîvîstên jin Temana Zeryabî Peryanî,Zaryabî û Perwane Îbrahîmxel piştî ku beşdarî xwepêşandaneke li Kabulê bûn vir ve, inda ne.

Nûnera taybet a Amerîkayê bo Afganistanê Rina Amiri jî bang li Talîbanê kir ku rêzê li mafên jinan bigire.

" Heke Talîban ji gelê Afganî û ji cîhanê rewabûna xwe dixwaze, divê ew rêzê li mafên mirovan yên Afganîyan bigire, bi taybet bo jinan," Amirî li ser Twitterê got.

Talîban desteserkirina wan jinên aktîvîst qabûl nake, eşkerekirina agahîya di derbarê cihê wan de red dike û dibêje ku ew ser mijarê lêpirsînê dikin.

Li Afganistanê ji dema Talîbanê serwerîya welît bi dest xistiye vir ve, ew çalakîyên jinan bi darê zorê asteng dike,rexnegiran desteser dike û dijî rojnamevanên wecihî yên ku xwepêşandanan dişopînin, tundîtûjiyê bi kar tîne.

Jêder: AFP