NY Ser Jinên Sûrî yên li Tirkîyê Raporek Weşand

Syrian refugees in Turkey

Li Tirkîyê hejmareke mezin jin û keçên Sûrî di bin xizanî û bêmalî de dijîn. Pirsgirêkên wan yên herî girîng nebûna derfetên ditîna xanîyan, nezanîna zimanê Tirkî û bêkarî ne.

Neteweyên Yekbûyî ya (NY) bi hevkarîya Komela Piştgirîya Koçber û Penaberan re raporek amade kiriye ku hewcehîyên jin û keçên penaber û pirsgirêkên jîyana wan bizane.

NY xebata xwe li 7 deverên cuda yên bajarên Hatay, Adana, Entab, Ruha, Stenbol, Konya û Îzmîrê, kiriye û bi tevahî bi 291 jin û keçên Sûrî re hevdîtin pêk anîye.

Li gor lêkolînê, % 36 jinên Sûrî dibêjin ku xanîyên lê dijîn yan ne baş e, yan ji gelek ne baş e. Ji % 62 dibêjin mirov dikare li van xanîyan bijîn. Tenê % 2,2 dibêjin xanîyên me gelekî başin.

Tevî pirsgirêkên xanîyan, ji van jinan % 87 dîyar dikin ku ew ji malên xwe û % 73 jî ji taxên xwe kêfxweş in.

Ji van jin û keçan, % 70 Tirkî nizanin û tenê sedî % 15 jin û keç dikarin kar bikin û diravan qezenç bikin Her ku temenê van jinan mezin dibin, çûyîna wan ya dibistanê ji kêm dibe.

Di vê raporê de jibo çareserkirina van pirsgirêkan in pêşnîyar ji hene: Divê jibo jinên Sûrîpiştgirîya kursên zimanê Tirkî werin dayîn, rêbazên nû jibo mayîna wan ya li xanîyan werin çêkirin.Herwiha, projeyên xanî yên civakî di nav pêşnîyaran de tê dîtin.

Ev rapor girîngî dide hevrejîyana û bal dikşîne ser hewcebûna dibistanan jibo zarokên Sûrî ku ji mafê.xwendinê bêpar mane.

Your browser doesn’t support HTML5

MEB_09_07_2018_NY