Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon îro Duşemê êrîşên bombeyî li du bajarên Sûrî, ku DAIŞê rakiribû ser xwe, şermezar kir.
Ban Ki-moon xema xwe li ser bilindbûna alozîyan li Şam û taybetî li Daraya, Heleb, Îdlib, Hums û Al-Houla dîyar kir.
Berdevkê Ban Ki-moon Stephane Dujarric ragihand ku sekreterê giştî êrîşên li ser nexweşxane, sekenoka otobusê û kargehe elektrîkê li Jableh û Tartus şermezar kir ku bi giştî 148 tê de hatin kuştin, gelek kesên din jî birîndar bûn.