NY Dide Zanîn ku Rêvebirîya Maduro Mafên Mirovan bi Awayekî Giran Binpê Dike

Venezuela Bachelet

Rapora Komîsera Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Michelle Bachelet ya derbarê Venezuela eşkere bû.

Di raporê de hat gotin ku li Venezuela mafên mirovan bi awayekî giran hatine binpê kirin.

Bachalet bang li rêvebirîya Nicolas Maduro kir ku ‘’binpêkirinên giran yên mafên mirovan demûdest rawestîne’’

Di raporê de tê gotin ku rêvebirîya Maduro tenê di sala 2018’an de 5287 kesên dijî karbidestên ewlekarîyê derketine kuştine.

Li gor raporê, di sala 2019’an de heta 19’ê Gulanê 1569 kes ji alîyê karbidestên ewlekarîyê ve hatine kuştin.

Bi raporê ji Maduro hat xwestin ku hêzên ewlekarîyê yên taybet, ku bi navê FAES tê zanîn, demûdest betal bike.

Rapor herwiha dide zanîn ku jiber kêşeya aborî û xwarin û vexwarinê dibe ku pêlên koçberîyê yên ji Venezuela di rojên pêş de gurtir bibin.